Nûnerê Mesîhiyan: Piştî 8 salan ji qirkirina Şengalê, dêr û malên Xiristiyanan hîn wêran in
Nûnerê mesîhiyên Şingalê ragihand, piştî 8 salan ji qirkirina Şingalê, dêrên mesîhiyan hîna wêran bûne û ti aliyekî alîkariya wan nekiriye ji bo çakkirina 3 dêr û 52 malên wêrankirî yên mesîhiyên Şingalê.
Nûnerê Mesihiyan Îsa Şemûn got: "52 malên mesîhiyan li Şingalê hebûn ku koçber bûne û venegeriyane malên xwe ji ber ku terorîstên DAIŞê di sala 2014an de hemû malên mesîhiyan wêran kirine û heta niha nehatine temîrkirin.Dêrên wan wêran bûne û hîna nehatine restorekirin.”
Îsa Şemûn dibêje: “Li Beşîr, Bahzan, Talkêf û Hemdaniyê dêrên mesîhiyan hatine nûjenkirin û ji bo welatiyên mesîhî jî xanî hatine çêkirin û xelk vegeriyane malên xwe, lê ti alîkarî ji bo vegera mesîhiyên Şengalê nehatiye kirin. Divê Neteweyên Yekbûyî ji bo asayîkirina rewşa Şingalê zextê li hikûmeta federal a Iraqê bike.”
Basnews
