Bavê Elî Ewnî koça dawî kir
Îro bavê endamê Komîteya Navendî ya PDKê Elî Ewnî koça dawî kir.
Îro 08.05.2023yê Ewnî Nîmet Mihyedîn ku bavê endamê Komîteya Navendî ya PDKê Elî Ewnî ye koça dawî kir.
Elî Ewnî vê derbarê de di tora xwe ya civakî facebookê de ragehand: ‘’Bavê min, leşkerê min, mal ava. Rêbuwar û leşker û dilsozê rêbaza Barzanî, ti gumanekî wî li ser rastiya doza kurd nebû û gelek dilxweşbû bi wan destkeft û serkeftinan.’’
Herwaha got: ‘’Ti demekî di xebatê de û di dema koçberiyê de jî, westandin û keda xwe li ser gelê xwe hesab nekir. Digot min ji bo xwe kiriye û herkesek jî bo xwe dike, ewên ku tekoşîn nekirine, xedir û xirabî li xwe kirine.’’
Basnews
