• Thursday, 19 February 2026
logo

Balefirxaneya Hewlêrê derbarê parlementerê HDP de daxuyanî da

Balefirxaneya Hewlêrê derbarê parlementerê HDP de daxuyanî da

Duhê hatibû Hewlêrê lê li balefirxaneyê pêşiya wî hatibû girtin.

Piştî ku, duhê parlementerê Şernexê yê HDP Hesen Ozguneş xwestibû bi rêya balefirxaneya Hewlêrê were Başûr û biçe Silêmanî. Jiber biryareke hikûmeta federalî, nav hatî li balefirxaneya Hewlêrê îzin nestend ku, dakeve û biçe Silêmanî.

Di vê derbarê de birêveberatiya giştî ya balefirxaneya Hewlêrê jî daxuyanî da û ragihand ku, Hesen Ozguneş ku, xwedanê nasnameya Tirkiye, jiber biryara qedexe bûna geşt û seferê bo Îraqê yaku, ji aliyê hikûmeta federalî ve li ser wî hatiye sepandin, li balefirxaneya Hewlêrê hatiye rawestandin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku, ev biryar biryara hikûmeta federaliye û ne biryareke ku, ji aliyê me ve hatibe derkirin û ti têkiliyeke hikûmeta herêmê bi vê biryarê re tuneye.

 

Rudaw

Top