Serkirdeyekî Gorranê: Hebûna PKKê bi vî awayî li Silêmaniyê metirsîdar e
Endamekî Serkirdayetiya Tevgera Gorranê hişyarî da ku hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Silêmaniyê metirsîdar e û dê pirsgirêkên ewlehî û siyasî ji bo navçeyê çêbike.
Endamê encûmena giştî ya Gorranê Dilşad Reşîd Mela ji BasNewsê re ragehand: ‘’Metirsiya ewlehiyê ya PKKê li ser Silêmaniyê zêde dibe, her roj firokeyên Tirkiyê kadro û serkirdeyên PKKê dikin armanc ku çekdarên PKKê derbasî nav xelkê dibin, ku ev yek jî bûye sedema aloziyan.’’
Dilşad Reşîd Mela dibêje: “PKK partiyeke Tirkiyê ye, em fêm nakin li Silêmaniyê çi dike. Ew nikare Tirkiyê ji Silêmaniyê hilweşîne, lewra ya herî baş ew e ku PKK serêşiyê ji bajêr re dernexîne û şerê Tirkiyê û PKKê nekeve nav Silêmaniyê.”
Herwiha Dilşad Şahab aşkere dike: “Li gorî hin agahiyan, liv û tevgera PKKê li sînorên Silêmaniyê bûye sedema nîgeran û tirsa xelkê navçeyên sînorî, ji ber ku di encama bombebarana Tirkiyê de ji ber liv û tevgera PKKê, xelkê sivîl birîndar bûne. Baş e, li hinek cihan PKK xelkê neçar dike ku ji bo pêdiviyên xwe û çûnûhatina xwe bi wan re hevkariyê bikin, ev jî xeter e.”
Basnews
