• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Hatayê di bûyereke trafîkê de 12 kesan canê xwe ji dest dan

Li Hatayê di bûyereke trafîkê de 12 kesan canê xwe ji dest dan

Li bajarê Hatayê di encama rûdaneke hatûçoyê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes jî birîndar bûn.

Li navçeya Topbogazliyê yê Hatayê, şeva borî barhilgirek û kirênek lihev ketine û piştre jî barhilgirê xwe li neh otomobîlan û du minibusan da.

Wezîrê Tendûrristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca ragihand, di encama bûyerê de 12 kesan canê xwe ji dest dan û 31 kes birîndar bûne û rewşa 3 birîndaran jî giran.

Da zanîn jî, di bûyerê de agir bi minibuseke biçûk û otomobîlekê ketiye û hejmarek kes di nava agirî de canê xwe ji dest dan.

Hejmarek mezin cendirme, agirkuj û ambûlansan bo cihê bûyerê hatin şandin. Tîmên tenduristiyê jî kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

 

K24

Top