• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê kir û di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê gotûbêj kirin.

Roja pêncşem 4ê Gulana 2023an li Selaheddîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanya yê li Iraqê Martin Jaeger kir ku bi boneya dawîhatina erkên xwe û malavayî kirinê, serdana Serok Barzanî kiribû.

DLi hevdîtinê de Serok Barzanî hêviya serkeftinê ji bo Balyozê Almanyayê xwest û spasî gel û Hikûmeta Almanyayê kir ku li qonaxên cuda cuda de palpiştê gelê Kurdistanê bûne.

Her di vê hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraq û peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal gotûbêj kirin û tekezî li ser pêşxistina peywendiyên di navbera her du aliyan de kirin.,

 

K24

Top