• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Heyder şêx Elî peyamekî serxweşiyê belav kir

Serok Barzanî bi boneya koça dawî ya Heyder şêx Elî peyamekî serxweşiyê belav kir

Serok Mesûd Barzanî ji ber koça dawî ya xebatkarê diyar ê kurd û endamê berê yê polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistanê Heyder Şêx Elî peyamekî serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî ragehand: ‘’Mixabin min nûçeya koça dawî ya tekoşer û xebatkarê diyar ê kurd û endamê berê yê polîtburoya Partiya Komînîst a Kurdistan Heyder Şêx Elî geheşte min.

Herwaha got: ‘’Heyder Şêx Elî kesayetekî niştimanperwer û xebatkarê Kurdistanê bû û temenê xwe ji bo xebat û azadîxwaziyê cuda kir û di vê rêyê de êş û azar û gelek zehmetî dîtin.’’

Serok Barzanî got: ‘’Ez serxweşiyê li malbat, kesûkar û hevalên xwedê jê razî Heyder Şêx Elî û rêveber û endam û alîgirên Partiya Komînîst a Kurdistanê dikim û xwe wek şirîkê xema wan dizanim.’’

Serok Barzanî diyar kir: ‘’Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê xwedê jê razî Heyder Şêx Elî bi beheşta berîn şad bike û sebr û aramiyê bide hemû aliyekî.’’

 

Basnews

Top