Li Edenê kesekî hevjîna xwe û xesûya xwe kuşt, xezûr û bûrayê xwe jî birîndar kir
Li Edenê kesekî ku bi hevjîna xwe re ket nîqaşê û tengezarî di navbera wan derket, hevjîna xwe û xesûya xwe kuşt, xezûr û bûrayê xwe yê astengdar jî birîndar kir.
Li navçeya Seyhan a Edenê li taxa Bariş, kesê bi navê M.O.D ji ber sedemekî nayê zanîn hevjîna xwe ya bi navê Îptahal Baba, xesûya xwe ya bi navê Înayet Helah û xezûrê xwe yê Ebdo Baba re nîqaş kir û ew nîqaş vegeriya tengezariyê û kesê bi navê M.O.D bi kêrê hevjîna xwe û xesûya xwe, xezûrê xwe û bûrayê xwe yê astengdar stûyê wan birî û ew birîndar kirin.
Kesê bi navê M.O.D piştî wê ji cîhê bûyerê reviya û bûyer piştî hate zanîn, tîmên tenduristiyê û tîmên ewlehiyê çûn cîhê bûyerê hat zanîn Înayet Helah li cîhê bûyerê jiyana xwe ji dest daye, kesên din ên birîndar jî ji nexwaşxaneyê re hatin veguhestin.
Herwaha ji birîndaran Îptahal Baba jî li nexwaşxaneya Edenê li gel hemû hewldanan nehate rizgar kirin û rewşa herdu birîndarên din jî giran e.
Piştî bûyerê tîmên polîs M.O.D yê ku bûyer pêkanî girtin.
Basnews
