• Thursday, 19 February 2026
logo

Çavkaniyek ji YNKê: Bafil û Qubad Talebanî xwestin take şahidê bûyera kuştina Murad Kanî Kurdeyî linav bibin

Çavkaniyek ji YNKê: Bafil û Qubad Talebanî xwestin take şahidê bûyera kuştina Murad Kanî Kurdeyî linav bibin

Îşev 02.05.2023yê çavkaniyekî ji rêveberiya YNKê ji BasNewsê re ragehand, bûyera gule berdana îşev a nêzîk gundê Qemteran a li sînorê îdareya Raperîn ve, Bafil û Qubad Talebanî xwestin take şahidê dosya kuştina Murad Kanî Kurdeyî linav bibin.

Vê êvarê dema take şahid û parastvanê Murad Kanî Kurdeyî yê bi navê Firset Xoşnaw nêzîk gundê Qemteran dan ber guleyan û piştre bi birîndarî rakirin Silêmaniyê.

Çavkaniyek ji rêveberiya YNKê amaje bi wê yekê kir ku Firset Xoşnaw take şahidê kuştina Murad Kanî Kurdeyî ye û di dema kuştina wî de jî li gel bû. Ji ber wê jî îro Bafil û Qubad Talebanî xwestin belgeyên şehîd kirina Murad ku her bi fermana wan bixwe hate kuştin, jinav bibin.

Herwaha diyar kir, Firset yek ji wan kesan bû nav bazara Ranye li gel Murad Kanî Kurdeyî bû di dema kuştina wî bi deste hêzên Bafil ve û di heman demê de jî take şahid bû ku asayiş û Bafil Talebanî bixwe jî li gel axaftibûn. Ji ber wê jî baş dizanin ku Firset hemû tiştekî dizane û îro jî xwestin dawî bi şahidê bûyerê bînin.

 

Basnews

Top