Serok Barzanî pêşwazî li cîgirên Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Serok Mesûd Barzanî îro 02.05.2023yê li Selahedîn pêşwazî li cîgirên yekem û duyem ên Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê Muhsîn Mendelewî û Şaxewan Ebdula kir.
Di hevdîtinê de danûstan derbarê guhertin û pêkeftinên dawiyê yên siyasî yên Iraqê de hate kirin û behsa cîhbicîh kirina rêkeftinan û karnameya hikûmeta Iraq a Federal hate kirin.
