Di 4 mehên îsal de 6 karkeran li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dane
Di çar mehên bihorî yên îsal de 6 karkeran li Herêma Kurdistanê di dema kar de jiyana xwe ji dest dane, rêjeya herî zêde jî li Parêzgeha Hewlêrê bûye.
Îro 1 Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî ye û li Herêma Kurdistanê ew roj wek cejneke fermî tê pîrozkirin.
Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Sendîkaya Karkerên Kurdistanê, Ebdulqadir Nawpirdanî ji Rûdawê re got, di çar mehên bihorî yên îsal de 6 karkeran li Herêma Kurdistanê di dema kar de jiyana xwe ji dest dane. Bi gotina Nawpirdanî, di wan 4 mehan de “4 karkeran li Hewlêrê, yek li Silêmaniyê û yekî din jî li Duhokê jiyana xwe ji dest dane.”
Nawpirdanî herweha da xuyakirin ku mirin û birîndarbûna karkeran ji ber nebûna şert û mercên ewlekariya kar e û tekez kir: “Xwedîkar (karsaz) şert û mercên guncav ji bo ewlehiya kar û parastina karkeran cîbicî nakin. Karker jî bi geleperî parastina xwe paşguh dikin.”
Herwiha Cîgirê Rêveberê Giştî yê Kar û Garantiya Civakî li Wezareta Kar a Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê Nezmî Mûsa ji Rûdawê re got, “Bêhtir ji 145 hezar karkerên sektora taybet li Wezareta Kar sîgorta ji bo wan hatiye kirin ku 24 hezar ji wan karkerên biyanî ne.”
Li gorî Yasaya Kar ku li Parlamentoya Kurdistanê hatiye pesendkirin, karker dikarin bi rêjeya ji sedî 17 mûçeyê xwe bibin xwediyê bîmeya (sîgortaya) tenduristiyê û ji sedî 12ê vê mûçeyê jî divê ji aliyê xwediyê kar ve were dayîn, daku di dema pêwîst a tendirustî û birîndarbûnê de bikarin sûdê jê werbigrin. Li gorî Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Sendîkayên Kurdistanê, Abdulkadir Nawperdanî, haya gelek karkeran ji vî mafî nîne.
Nawpirdanî got: “Karsaz ewlehiya civakî nadin karkeran û mafên wan nabêjin û gelek karker jî ji mafên xwe nizanin.”
Serokê Sendîkaya Karkerên Kurdistanê Şaxê Duhokê Welat Ozmanî jî ragihand, ku di çar mehên destpêkê yên îsal de li Duhokê karkerekî jiyana xwe ji dest daye û ti birîndar nebûne û diyar kir: “Par 12 karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dabûn û 3 karker jî birîndar bûbûn.”
Li gorî daneyên sendîkayên karkeran ên Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê 132 hezar karkeran sîgortaya wan heye.
Ebdulqadir Nawpirdanî destnîşan kir, li Herêma Kurdistanê piraniya karkeran sîgortaya wan nîne, bi taybet piraniya kesên ku di sektora taybet de kar dikin.
Bi helkefta 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî li zêdetirî 80 welatan bêhnvedana fermî ye, di vê çarçoveyê de li Herêma Kurdistanê û Iraqê jî îro bêhnvedana fermî bû.
Rudaw
