Şandeke Şêwirmendên hevpeymanî serdana wezareta pêşmerge kir
Behsa reformên nava hêzên pêşmerge hate kirin.
Îro şandeke hevpeymaniya cîhanî ya bi Serokatiya Cîgirê Fermandarê Şêwirmendên hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê General Peters serdana wezareta pêşmerge kir û li gel Serokerkanê wezareta pêşmerge civiya.
Di civînê de rixmî nîqaş kirin li ser şerê dijî DIŞIê, hevdem giftûgo derbarê hevkarî û hemahengiya navbera hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî hate kirin.
Di beşeke din ya vê civînê de her du aliyan behsa reformên nava wezareta pêşmerge kir û şanda hevpeymaniya cîhanî jiber wan reforman spasiya hêzên pêşmerge kir û piştîvaniya xwe jî bo reformên han diyar kir.
