• Thursday, 19 February 2026
logo

Rapirsiya nû rêjeya dengên Erdogan û Kiliçdaroglu aşkere kir

Rapirsiya nû rêjeya dengên Erdogan û Kiliçdaroglu aşkere kir

 Her ku dîroka hilbijartinên Tirkiyê nêzîk dibe kelecana encamên hilbijartinê jî di nav partiyên siyasî û dengderan de zêdetir dibe. Her wiha Navendên lêkolînê jî rojane encamên nû yên rapirsiyan belav dikin.

Ji hilbijatinên Serokkomariyê û parlementoyê yên Tirkiyê re 13 roj mane û Kompanya Lêkolînê ya Aksoy encamên rapirsiya xwe ya herî dawiyê ku di 26-28ê Nîsanê de li 26 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê encam dayî belav kir.

Li gor wê rapirsiyê dengên AKPê û CHPê bilind bûne û her wiha dengên partiyan bi vî awayî ne:

AKP: %34,7

CHP: %32,1

YSP: %9,6

Îyî Partî: %9,0

MHP: %6,8

TÎP: % 1,9

Partiyên din: %5,9

Li gorî rapirsiya Aksoy her çendî wisa diyar dike ku Kiliçdaroglu di gera yekem de biser dikeve lê dengên Erdogan %3,5 bilind bûne

Li gor rapirsiyê Dengên berbijêrên Serokkomariyê wihane:

Kemal KIliçdaroglu. % 47,3

Recep Tayyip Erdogan: %41,9

Muharrem Înce: %5,8

Sinan Ogan: %5,0

Li gor vê rapirsiyê ger hilbijartinên serokkomariyê bimînin bo gera dûwem dengên berbijêran wihane:

Kemal Kiliçdaroglu: % 54,2

Recep Tayyip Erdogan: %45,8

 

Rudaw

Top