Erdogan: Heta ku em li ser desthilatdariyê bin, Demîrtaş û Ocalan azad nabin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand, heta ew li ser hukim be Demîrtaş nayê berdan.
Serokomarê Tirkiyê Erdogan got: ‘’Koalîsyona Millet pozbilind bûye û bi hizba pabendî PKKê yre re jî danûstandinan dike.’’
Erdogan got, "Ew nîşan didin ku ew ê Demîrtaş û Abdullah Ocalan azad bikin. Heta em li ser desthilatdariyê bin, Demîrtaş û Ocalan azad nabin. Divê cezayê ku li wan hatiye birîn temam bikin."
Erdogan dibêje: “Koalîsyona Millet pozbilind bûye û heta bi ew hizba dirêjahiya PKKê ye jî danûstandinan dike. Destpêkê maseya wan şeş partiyan bû, piştre bû heft û niha jî bûye 9 hizb. Dibêjin hemû kesên ku ji ber sûcên terorê ji wezîfedarên dewletê hatin îxrackirin dê dîsa bên vegerandin. Ez dixwazim bibêjim ku xeyala wan sist e. Qendîl fermanê dide Kemal Kalçdaroglu.’’
Basnews
