Ji Rêveberekî Gorran bo YNKê: Cuda kirina Silêmaniyê, erzanfiroşiya xwîna şehîdan e!
Endamekî Civata Giştî ya Tevgera Gorran hewldanên YNKê yên ji bo cuda kirina Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê û rêkeftina YNKê ya li gel Bexdayê wekî bê encam û cureyekî erzanfiroşiya xwîna bi hezaran şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê pênase dike.
Piştî berdevkê Qubad Talebanî, Semîr Hewramî plana YNKê ya ji bo teslîmkirina Silêmaniyê di bin navê danûstandinên rasterast Bexdayê li gel Silêmaniyê aşkera kir, di astên cuda cuda de bertek li hember wê pêşketin.
Di vê çarçoveyê de endamê Civata Giştî ya Tevgera Gorran Xelîl Serkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ev erzankirina xwîna bi hezaran şehîdan e, ku ji bo rizgarî û serxwebûna Kurdistanê û ava kirina vê pêkhateyê xwîna dan. YNK dixwaze wî tiştî bike, lê Iraq ti demekî bi wê razî nabe û nasnake. Derveyî wê jî Îran vê navçeyê desthilata wê heye û amade nîne berjewendiya xwe ji bo YNKê bide aliyekî û Herêma Kurdistan bê parçe kirin û Silêmanî bi tenê danûstanê li gel Iraqê bike. Ev yek di berjewendiya Îranê de jî nîne û derveyî wê jî Amerîka ti demekî wê napejirîne û ew tişta ku dixwazin bikin pêknayê.’’
Herwaha got: ‘’Tişta ku YNK dike biryarekî yekalî ya wan bixwe ye, lê ti welatek, ne Iraq, ne Îran, ne Amerîka amade nînin wê nas bikin, ku YNK dixwaze bike û ti welatek ji bo xatira YNKê berjewendiya xwe nade aliyekî.’’
Xelîl Serkanî diyar kir, pêwîstbû YNK li gel aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê rûnê û gotûbêjê bike. Pirsgirêkan bi rêya lihevtêgeheştinê çareser bike, ‘’Ne ku bixwazê xwîna bi hezaran şehîdan erzanfiroşiyê bike, ku ji bo rizgariya vê pêkhateyê ji bin destên dagirker bûn qurban. Herwaha ne Îran û ne jî Iraqê amade nîn in danûstanên waha li gel YNKê bikin.’’
Basnews
