• Thursday, 19 February 2026
logo

Akar: Kurd û tirk birayên hev in û bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kirine

Akar: Kurd û tirk birayên hev in û bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kirine

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar dibêje, operasyonên artêşa Tirkiyê yên li dijî gelê kurd têne vegotin. "Ev ne rast e û PKK û YPG nûnertiya gelê kurd nakin. Kurd û tirk birayên hev in û bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kirin."

Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Avnî Akar di civînekê de li parêzgeha Qeyseriyê ragihand, ew PKKê dikin armanc û ji ber wê jî rê li ber avakirina pêkhateyeke siyasî li Rojavayê Kurdistanê digrin.

Hulusî Akar dibêje: "Leşkerên me li Zap, Gabar û Garê li dû terorîstan in. Yekane armanca leşkerên me terorîst in. Li ku bin em ê wan bikin hedef. Ji ber vê yekê me rê li avakirina korîdora terorê li bakurê Sûriyeyê girt.Terorîstan du bijarde hene: yan dê bên îmhakirin yan jî dê teslîmî dadgehan bibin. Ti çareyeke din nemaye."

Herwiha Akar dibêje "Hin kes hewl didin çalakiyên me yên li dijî birayên me yên kurd bihesibînin. Ev ji rastiyê dûr e û hewldana çêkirina kaosê ye. Tirk û kurd birayên hev bûn û bi hev re Komara Tirkiyeyê ava kirin."

 

Basnews

Top