• Thursday, 19 February 2026
logo

Kazimî tê darizandin

Kazimî tê darizandin

Desteya Bilind a Dadweriyê di nameyekê de ragihand ku Serokwezîrê bere yê Iraqê Mistefa Kazimî ji ber kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî El Muhendis dê sewqî dadgehê bê kirin.

Li gor nameya bi jimare (374/Q/2023) ku di 4ê Nîsana 2023an de hatiye belavkirin, Encûmena Bilind a Dadweriya Iraqê li ser daxwaza hejmara (272) ya roja 16ê Adarê, Encûmenê biryar daye ku Mistefa Kazimî bişîne dadgehû.

Mistefa Kazimî li ser kuştina Fermandarê Supaya Quds a Pasdarên Şoreşa Îranê Qasim Silêmanî û cîgirê serokê Heşdî Şeibî Ebû Mehdî El-Muhendis tê dadgehîkirin.

Parlamenter Huseyîn Munis ku daxwazname pêşkêşî Desteya Dadwerî ya Bilind kir, ji ber ku Kazimî wê demê rêveberê saziya îstixbarata neteweyî ya Iraqê bû, daxwaz kir ku ji dadgehê re bê şandin.

Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî el-Muhendis di encama êrişeke asmanî ya Amerîkayê de li nêzîkî firokxaneya Bexdayê hatin kuştin.

 

Basnews

Top