Fraksyonên Kurdistanî yên li Parlamentoya Iraqê daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin
Di daxuyaniyekê de fraksiyonên Kurdistanî yên Parlamentoya Iraqê ku ji aliye Mahma Xelîl ve hatiye xwendin tê de daxwaza pêkanîna peymana Şingalê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat redkirin ku li Şingalê êrîş li mizgeft û cihê îbadetxaneyê hatiye kirin û belavkirina nûçeyên wisa rast nînin.
Wan tekez kir ku Şingal sembola jiyana hevbeş a ol û mezheban e, ti mizgeft û şûnwarên olî li Şingalê ji aliyê civaka êzdiyan ve ku piraniya xelkê Şingalê pêk tînin, nehatine armanckirin.
Wan hişyarî da ku hinek alî dixwazin di navbera pêkhateyên Şengalê de nakokiyan derbixin. Fraksiyonên Kurdistanî dibêjin tedbîrên hikûmeta Iraqê li Şingalê lawaz in û daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kir.
Roja pênşemî 27.04.2013ê, li devera Şingalê li dijî vegera hejmarek ji malbatên ereb bo Şingalê xwepêşandanek hat kirin. Lêbelê hin aliyan îddîa kir ku xelkê Şingalê êrîşî mizgeftê kirine.
