• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke hevbeş ya çend welatan civiya

Gulan Media April 30, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke hevbeş ya çend welatan civiya

Behsa hilbijartinên Kurdistanê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke hevbeş ya welatên Brîtanya, Holenda, Almanya, nunerê Yekîtiya Ewrûpa û Amerîkayê kir.

Şanda han yaku, ji Konsulusan pêk hatibû armanaca serdana xwe bo cem Serok Barzanî diyar kir û behsa vê yekê kir ku, armanc ji vê serdanê nîqaş kirine li ser rewşa siyasî ya Kurdistanê û hilbijartinên Kurdistanê.

Şanda mêwan ji bilî destxweşî kirinê jiber diyarî kirina roja hilbijartinan, hevdem tekez li ser girîngiya hilbijartinan û parastina nirxên demokratîk û parastin û bihêztir kirina bingehên şerêyetê ( rewatiyê) kir.

Di berdewamiya civîna han de Serok Barzanî jî bi awayeke kurt behsa pêbendiya herêma Kurdistanê bi çanda demokrasî û hilbijartinan kir û balkêşande ser vê yekê ku, gelê Kurdistanê bo ku, bi azadî jiyan bike, qurbaniyên gelek zêde û mezin daye û piştî raperîna mezin ya gelê Kurdistanê ya buhara 1991an li bajarê Koyeyê bo cara ewil ragihandiye ku, lazime  ji rewatiya şoreşgerî xwe rizgar bikin û ber bi rewatiya destûrî ve biçin û hilbijartin were kirin.

Serok Barzanî ji şanda mêwan re diyar kir ku, Kurdistanê li serveya tevahiya berejwendiyên din deye û bo parastina Kurdistan, rewatî û nirxên demokratîk lazime li herêma Kurdistanê îsal hilbijartin were kirin.

Derbarê çawetiya beşdarî kirina pêkhateyên etnîkî di hilbijartinan de jî Serok Barzanî got: Pêkhate box we çi biryarek bidin em jî piştîvaniya wan dikin.

 

 

 

Top