• Thursday, 19 February 2026
logo

Amerîka bombeyên metirsîdar şandiye Rojhilata Navîn

Gulan Media April 29, 2023 Nûçe
Amerîka bombeyên metirsîdar şandiye Rojhilata Navîn

Bombeyên huşmend dikarin sengeran bişkînin.

Rojnameya Wall Street Jornal ya Amerîkî li ser zarê çend rayedarên mezin yên wezareta berevaniya Amerîkayê belav kiriye ku, Amerîka bombeyên xwe yên herî metirsîdar û pêşkeftî şandiye Rojhilata Navîn.

Ev jêrderên han ji WSJ re diyar kirine ku, Amerîka bi mebesta pêşî girtin ji Îranê bo cara ewil bombeyên xwe yên huşmend yên ku, bi rêya reymond kontrolê tên şandin, şandiye Rojhilata Navîn.

Ev bombeyên han dikarin sengerên herî bihêz yên ji beton û keviran çê bûne bişkînin û ji bombeya navdar ya Amerîka ( dayika bombeyan) bihêztir û metirsîdartire.

WSJ diyar kiriye ku, rayedarên wezareta berevaniya Amerîkayê diyar kiriye ku, ev bombeyên han vê li Îraq, Sûriye û di nava Îranê de jî li dijî Îranê werin bikaranîn.

 

Top