Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî: Bêrêziya li hember ti olekê nayê qebûlkirin
Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî derbarê êrîşkirina ser mizgefteke Şingalê de daxuyaniyek belav kir û ragihand, xwepêşandana bi awayekî aştiyane mafê rewa ye û ew bi ti awayî ligel tundûtujiyê nînin.
Duh roja pêncşemê 27ê Nîsanê, li Şingalê li dijî vegera hejmarek malbatên Ereb bo deverê, alozî derket û hejmarek kesan êrîşî herema mizgefta navçeyê kirin, Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî di daxuyaniyekê de ragihand, bûyera li Şingalê li stûyê hikûmeta Iraqê ye û divê rêkeftina Şingalê were cîbicîkirin.
Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Ev bûyerên niha li Şingalê dirust dibin, ji encama siyaseta şaş a Hikûmeta Iraqê ye û bi em bi ti awayî, ne ligel tundûtûjiyê ne.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Xwepêşandan bi awayekî aştî mafekî rewa ye û hevkişandina pîroziyên ol û ayînan bi çi rengan karekî ne ciwan e û bi her rengekî be, nayê qebûlkirin ji her aliyekî ve be, ev hemû di stûyê Hikûmeta Iraqê de ye ku diviya kar ki ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê bike.”
Herwiha diyar dike: “Belavkirina postên bêbingeh û dûr ji rastiyê ji bo bidestxistina çend ecibandinan, dibe eger ku aştiya civakî nemîne, divê cihên berpirs çavdêriyê bikin û wan kes û malperan rûbirûyî yasayan bikin.”
Bingeha Lalişê ya Rewşenbîrî eşkere dike: “Ev qonaxa em tê de derbas dibin, divê em hemû bi giyanekî berpirsyariyê temaşe bikin, têkçûna rewşê di qezenca çi kes û aliyekî de nîne ji bilî dijminê me, em hêvîdar in em hemû bi hişyarî û hekîmane muameleyê ligeş rewşa niha bikin û em bi hev re bibin sedema xîrê û tifaq û aştiyê ku her dem peyam û ferhenga Êzidiyan ew bûye û em bi hev re destkeftên xwe biparêzin.”
K24
