• Thursday, 19 February 2026
logo

Li Mereşê bi hêza 4.7 pile erdhej rûda

Gulan Media April 29, 2023 Nûçe
Li Mereşê bi hêza 4.7 pile erdhej rûda

Li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 4.7 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Goksun ya ser bi parêzgeha Mereşê, bi hêza 4.7 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 04:55 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan.

Top