• Friday, 20 February 2026
logo

Li 6 bajarên Bakûrê Kurdistanê zirarên mezin çê bûne

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Li 6 bajarên Bakûrê Kurdistanê zirarên mezin çê bûne

Erdheja îro danê sibê 8 bajarên Bakûrê Kurdistanê jî hejand.

Li gor çapemeniya Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, di encama erdheja dijwar ya îro danê sibê de li 8 bajarên Bakûrê Kurdistanê zirarên gelek mezin çê bûne.

Hate zanîn ku, li bajarên Sîwas, Adiyeman, Diyarbekir, Meletî, Dîlok, Mareş û çend bajarên din yên Tirkiyeyê, di encama erdheja han de gelek xanî hirifîne û gelek welatî jî canê xwe ji dest dane û geleke din jî birîndar bûne.

Li gor hijmarên destpêkê ku, hatine belavkirin li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê 76 kes canê xwe ji dest dane û 445 kesên din jî birîndar bûne.

Ji ber tundiya erdhejê fikar hene ku, hijmara qurbaniyan hîn zêdetir bibe.

Top