Duhê li gelek bajarên Îranê xwepîşandan hebûn
Li Zahêdanê xelk li dijî rejîmê li qadan bû.
Xwepîşandan û raperîna gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî ji meha Îlonê ve destpê kiribûn û heta sê mehên yekem gelek dijwar bûn, lê bi qasî mehekê kêm bûn û ev çend roje dîsa xwepîşandan berfiretir û gerimtir bûne.
Duhê înê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dîsa xwepîşandan dijî rejîmê hate kirin.
Li bajarê Abdanan yê li Rojhilatê Kurdistanê û li Zahêdanê ya li Sîstan û Belûçistanê, rixmî gef û zextên ewlekarî yên rejîma Îranê bi sed hezaran kes dîsa daketin qadan û dijî rejîma Îraqê diroşme qiriyan.
Xelkê Îranê biryar daye daku, di salvegera şoreşa Îranê de dîsa bi mebesta hilweşandina rejîma Îranê xwepîşandanên berfiretir organîze bike.
