• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

Gulan Media January 31, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan kir

Serok Mesûd Barzanî roja 30ê Çileya 2023an li Selahedînê pêşwazî li Fermandarê Hêzên Hevpeymanan yê li Iraq û Sûriyê bo şerê dijî DAIŞê General Matthew McFarlane û şanda pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa meydanî ya şerê dijî terorîstên DAIŞê hat gotûbêjkirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku teror metirsiyeke berdewam e û heta rîşekêşkirina terorê û hizra tundrewî divê civaka navdewletî û Hevpeymanan û welatên navçeyê ligel hev di hewl û hevahengiya berdewam de bin.

Her di vê hevdîtinê de şanda mêvan pesnê rola hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê da û wek hêzeke xurt û xwedî moral wesf kir û diyar jî kir ku Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze Pêşmerge bi nefeseke nû û sazî were rêkxistin.

Di civînê de Serok Barzanî spasiya hevkarî û hevahengiya Hevpeymanan kir ligel hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorîstan de û bal kişand ser wê yekê ku hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê gelek qurbanî dane û her dem di xebat û têkoşînê de serkeftin bi dest xistin, ji ber ku xwedî îradeya xwe û li pey dîtina rewa bûye û divê ev berdewam be û piştî niha jî hêzên Pêşmerge bi giyanê niştimanperwerî û îrade û bîrûbaweriyê ve were perwerdekirin û were bihêzkirin.

 

Basnews

Top