Li Deriyê Sînor ê Xabûrê karmendên gumrikê li jin û mêrekê xistin
Dîmenên kêliyên ku li Deriyê Sînor ê Xabûrê nobedarên gumrukê li jinekê û hevjînê wê dixin, rastî bertek û nerazîbûnan hat.
Di dîmenekê de ku tê îdiakirin şeva borî li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatiye kişandin û li ser torên medyaya civakî belav bûye, tê dîtin ku jinek û hevjînê wê rastî tundiya karmendên gumrikê tên.
Di dîmenan de xuya dibe ku di navbera jinekê û endamên hêzên emnî yên li Deriyê Sînor ê Xabûrê nîqaş çê dibe, jin mistekê davêje endamekî hêzên emnî û paşê heman endamê hêzên emnî bi pêhnekê derbek giran li jinê dixe.
Ji ber wê pehînê, jinik li ser pişta xwe dikeve erdê û jineke din ku nêzîk e ji bo alîkariya wê nêzîk dibe.
Di binê dîmenên ku ji hesaba medyaya civakî ya Şirnak Ajanasê hatin parvekirin de hatiye gotin: "Ji ber nekin ku hûn jî ewladên dayik û bavekî ne.
Di vê vîdeoya ku tê îdiakirin şeva borî li deriyê sînor ê Xabûrê hatiye kişandin, em bêrêziya li beramber dayik û bavekî extiyar bê ema û eger şermezar dikin."
Nasnameya kesên ku rastî tundî û lêdana fermanberên deriyê sînor ê Xabûrê hatine, herwiha sedema lêdana wan nehatiye zanîn. Herwiha nasnameya endamên hêzên ewlehiyê yên Deriyê Sînor ê Xabûrê ku tundiyê bi kar tînin, nehatiye zanîn.
Li aliyê din şopînerên ku bertek nîşanî dîmenan dan, serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê dan.
Rudaw
