• Friday, 20 February 2026
logo

Konsulusê Amerîka: Me 600 hezar dolar ji bo zanîngehên Kurdistanê xerc kirine

Gulan Media January 30, 2023 Nûçe
Konsulusê Amerîka: Me 600 hezar dolar ji bo zanîngehên Kurdistanê xerc kirine

Konsulê Giştî yê Amerîka yê li Hewlêrê Irvin Hicks Jr. got: “Li Herêma Kurdistanê me 600 hezar dolar ji bo baştirkirina taqîgehan û aliyên teknîkî yên zanîngehan xerc kiriye ku ji meha Tîrmeha îsal ve dê dest pê bike.”

Got jî: “Me di dema borî de berpirsên zanîngehên Herêma Kurdistanê rahênan kirine ku amade bin bo pêşxistina sektora teknolojiyê li zanîngehên wan. Amerîka giringiyê dide teknolojiyê li Herêma Kurdistanê, ji bo ciwanên ku ji zanîngehan derdiçin, bikarin bersiva bazara karî bidin û xwe bi rewşa niha re biguncînin.”

Konsulusê Amerîka tekez li ser wê yekê kir ku welatê wî dê berdewam be li ser piştevaniya sektora xwendina bilind li Herêma Kurdistanê.

Daxuyaniya Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê di çarçoveya beşdariya di merasîma ragihandina projeya pêşxistina perwerde û teknolojiyê de hat ku ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatibû ragihandin.

 

 

K24

Top