• Friday, 20 February 2026
logo

Li Afrîqa Başûr di şahiyeke roja dayîkbûnê de êrîşeke çekdarî pêkhat: 8 kes mirin

Gulan Media January 30, 2023 Nûçe
Li Afrîqa Başûr di şahiyeke roja dayîkbûnê de êrîşeke çekdarî pêkhat: 8 kes mirin

Li eyaleta Cape ya Rojhilat a Afrîqa Başûr di şahiyekî roja li dayîkbûnê de êrîşeke çekdarî pêkhat û 8 kesan canê xwe ji dest dan.

Li gor daxuyaniya polîsê Afrîqa Başûr, li eyaleta Cape ya Rojhilat di şahiyekî roja dayîkbûnê de êrîşeke çekdarî pêkhat û 8 kesan di wê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane, 3 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor heman daxuyaniyê êrîş duh li gor demjimêra herêmî di navbera demjimêr 17:15ê bo 17:30ê de li maleke li Kwazakele pêkhatiye.

Hat ragehandin kesê çekdar êrîşî wan kesên ji bo şahiya roja dayîkbûnê ya li malekî kombûne kiriye.

Li gor daxuyaniya polîs hîn ti kesek nehatiye girtin û sedemê bûyerê jî tê lêkolîn kirin.

 

Basnews

Top