Bilind Îsmaîl: Destpêşxeriya PDKê ji bo civîna li gel YNKê ji bo seqamgiriya Kurdistanê ye
Endamê Komîteya Navendî ya PDKê behsa giringiya destpêşxeriya PDKê ya ji bo civîna li gel YNKê dike û dibêje dem pir guncaw bûye û ji bo seqamgiriya Herêma Kurdistanê ye. ‘’Ji ber PDK hest bi berpirsyartiyê dike û divê partiyên din jî wisa bin.’’
Endamê Komîteya Navendî yê PDKê Bilind Îsmaîl ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destpêşxeriya PDKê wekî naverok, dema wê gelek guncaw bû. Pêwîste partiyên siyasî YNK û PDK jî nav de, hemhelwêt bin li hember wan pirsgirêkên li Bexda û rastî Herêma Kurdistanê tên.’’
Herwaha got: ‘’Helbijartin divê îsal bê kirin. Ji bo wê jî pêwîstî bi rêkeftin û rûniştina navbera herdu aliyan heye, yasaya helbijartinê jî eger pêwîst be dê bê nûjen kirin û komîsyon jî dê bê çalak kirin. Ew jî pêwîstiya wê bi hemahengî û yekdengiya navbera hemû partiyan heye. Ji bo wê jî bi vê dîtinê ve PDKê giring dibîne ku rûniştin pêkbê, çi pirsgirêkek di navbera me û yên din de heye dikare bê behs kirin. Ti tiştek tine ku em nikaribin rêkbikevin. Ji ber em partiyekî ku hest bi berpirsyariyê dikin û divê partiyên din jî wisa bin. Ev pêkhateye jî berhemê xwîna xelkê tekoşer û şehîdan e, divê em biparêzin û tişta serekî jî ev e.’’
Bilind Îsmaîl got, di civîna roja 28.01.2023yê ya di navbera YNK û PDKê de biryara pêkanîna du lijneyan hatiye dayîn. Ya yekem ji bo helbijartinê ye, ya duyem jî ji bo çareser kirina pirsgirêkên siyasî yên di navbera herdu aliyan de ye û demekî kurt de ew lijne dest bi karên xwe dikin. Herwaha vê hevdîtinê hewayekî baş derxistiye û divê rêkbikevin û ti rêyên me yên din jî tine.’’
Basnews
