• Friday, 20 February 2026
logo

Berfê deriyên dibistanên Soranê girtin

Gulan Media January 29, 2023 Nûçe
Berfê deriyên dibistanên Soranê girtin

Ji ber rewşa keşûhewayê û astengiyên çûnûhatinê li hin navçeyan, li dibistanên devera Soranê betlaneya fermî hat ragihandin.

Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Soranê di daxuyaniyekê betlaneya fermi li dibistanên deverê ragihand û diyar kir: ji ber rewşa keşûhewayê û astengîyên çûnûhatinê, ji bo selametiya xwendekar û mamostayan, wan bi hevahengî ligel Rêveberiya Giştî ya Perwerdeyê ya Soranê, biryar da ku li dibistanên deverê betlaneya fermî be.

Ji şeva borî ve pêleke berfê li herêma Soran û çend navçeyên din ên Herêma Kurdistanê girtiye û li hin navçeyan astengî ji bo çûnûhatinê dirust bûye.

 

K24

Top