Bestekarê sirûda “Pêşengê me PDK ye û Serokê me Barzanî ye” koça dawî kir
Hunermendê navdarê Kurd û bestekarê sirûda “Pêşengê me PDK ye û Serokê me Barzanî ye” Xeyrullah Xeyat li navçeya Çemçemal koça dawî kir.
Îro yekşemî 29ê Çileya 2023ê hunermendê navdarê kurd û birayê hunermend Xeyrûllah Xeyat Şukur Xeyat ji (Basnews) re ragihand: ‘’Îro danê sibê 29.01.2023ê birayê min hunermend Xeyrullah Xeyat li navçeya Çemçemalê koça dawî kir.’’
Şukur Xeyat got: “Xeyrullah Xeyat, xwediyê sirûd û mûzîka “Pêşengê me PDK ye û Serokê me Barzanî ye” koça dawî kiriye.
Xeyrullah Xeyat mûzîk çêkiriye û helbest nivîsiye û çendîn sirûd hene ku ya herî diyar “Pêşengê me PDK ye û Serokê me Barzanî ye”
Binemala Xeyrullah Xeyat ji binemaleka neteweperwer a Kurdistanê ye.
Basnews
