• Friday, 20 February 2026
logo

PKK ji bo revandina zarok û nûciwanan rêxistinek ava kiriye

Gulan Media January 29, 2023 Nûçe
PKK ji bo revandina zarok û nûciwanan rêxistinek ava kiriye

Li gorî Rêxistina Sûriyê ya ji bo Rastî û Dadmendiyê, Koma Ciwanên Şoreşger ku rêxistineke ser bi PKKê ve ye, di sala 2022an de 49 zarok revandin û piştre jî tevlî PKKê kirin. Çalakvanekî mafên mirovan dibêje, tişta ku PKK li Rojavayê Kurdistanê dike, têk çûye û roj bi roj paşde diçe.

Li gorî rêxistina Sûriyê, Rêxistina Ciwanan a girêdayî PKKê li ser zarokên di bin 18 saliyê de kar dike û piraniya wan xapandin da ku wan bibin nav PKKê û piştre çekdar bikin, tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk soz dabûn ku qebûl nekin. Zarok, nekarîn pêşî li çalakiyên rêxistinê bigrin, ku ji aliyekî ve zarok revandin û ji aliyê din ve jî êrîşî opozîsyonê PKKê kirin.

Li gorî vê raporê, ciwanên şoreşger bi hinceta çalakiyên sexte zarokan dixapînin, piştre di dewreyên leşkerî yên li derveyî herêmên xwe de, bi armanca tevlîbûna nava refên PKK û baskên wê, bikar tînin.

Di vê navberê de, li gorî raporê, ciwanên şoreşger ên li stadyumê bi belavkirina nûçeyên derew, ji bo zarokên 14 heta 18 salî çalakiyên wek perwerdehiya futbolê û perwerdeya wênekêşiyê kirine, lê piştî ku zarok diçin herêmê, revandine û careke din venagerin nava malbatên xwe.

Çalakvanê mafê mirovan yê Rojavayê Kurdistanê Mihemed Bozan ji BasNewsê re ragehand: ‘’Grûpa Ciwanên Şoreşger rasterast ser bi PKKê ve ye û di bin çavdêriya berpirsên PKKê de kar dike û kar ji bo berjewendiyên PKKê dike.”

Di berdewamiyê jî de Mihemed Bozan: “Berê bi sedan zarokên di bin 18 saliyê de birin, leşker kirin û di nava refên PKKê de bikar anîn.’’

Tenê sala borî Rêxistina Ciwanên Şoreşger li Rojavayê Kurdistanê 49 zarok revandine û ew çekdar kirie.

 

Basnews

Top