• Friday, 20 February 2026
logo

Hunermendê Dêrsimî: Ji bo zimanê me ji nav neçe ez stranan çêdikim

Gulan Media January 28, 2023 Nûçe
Hunermendê Dêrsimî: Ji bo zimanê me ji nav neçe ez stranan çêdikim

Hunermendê ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Raber Dilêr, ji bo piştgiriya Dersa Bijarte ya Kirmancki, li ber peykerê Seyit Riza ê li wê parêzgehê strana xwe a bi navê “Xo vira meke” got. Raber Dilêr dibêje: “Ji bo zarok fêrî zimanê xwe bibin divê li dibistanê dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin.”

Raber Dilêr salên dûr û dirêj in li Dêrsimê dijî û stranên xwe jî li ser girîngiya zimanê Kurdî zaravayê Kirmancki çêdike û hewil dide bi vî rengî ziman di bîra xelkê de zindî bihêle.

Di demekê de ku kampanya hilbijartina dersa Zimanê Kurdî li hemû parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam e û ligel partiyên siyasî, saziyên civakî yên sivîl hunermend jî bi hunera xwe beşdarî kampanyayê dibin, li Dêrsimê jî hewildan hene ku malbat bêne agahdarkirin ji bo ku zarokên xwe bişînin dersa Kırmancki.

Hunermend Raber Dilêr ji bo balkişandina ser zaravayê Kirmanckî li ber peykerê Seyid Riza strana “Xo vira meke” ku tê wateya jibîr neke got û bala xelkê kişande ser kampanyayê.

“Xo vira meke” behsa ziman, çand, xweza û parastina wan dike ku tev jî ji bo Dêrsimiyan pir girîng in.

Raber Diler bi armanca zaravayê Kirmanckî yê Zimanê Kurdî jinav neçe dixebite,  ji Rûdawê re axivî û got, ji bo zarok fêrî zimanê xwe bibin divê li dibistanê dersa bijarte ya zimanê Kurdî hilbijêrin.

Hunermendê Dêrsîmî Raber Diler dibêje: “Ev awaza min ji bo zimanê me yê wenda ye. Ji ber ku gelê me êdî li ziman û çanda xwe xwedê dernakevin min ev stran çêkir. Bi zimanê me naxivin, loma min ev stran çêkir. Ji bo ku ew bi zimanê me biaxivin û hîn bibin min ev stran parve kir. Heta 6ê Sibatê bila zarokên me li dibistanan zazakî hilbijêrin.

Bila dê û bav biaxivin û vî zimanî hînî zarokên xwe bikin.

Eger em bi zimanê xwe nepeyivin, ew dê ji holê rabe, bila lê xwedî derkevin. Ji bo ku ev ziman winda nebe û miletê me vî zimanî ji bîr neke, bila em hunermend li ser vî zimanî stranan bibêjin.”

 

Rudaw

Top