• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kir

Gulan Media January 27, 2023 Nûçe
Serokê herêma Kurdistanê serdana Tirkiyeyê kir

Li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê civiya.

Êwara îro pêncşem Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyeyê kir û li Enqereyê li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di civînê de peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî piştî destbikarbûna kabîneya nû ya hikûmeta federal a Iraqê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Kurdistan û Tirkiye di warê siyasî û enerjiyê de, hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê anî ziman, “Her du aliyan tekezî li ser xwesteka dualî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di hemû waran de, bi taybetî di warê bazirganî û aborî de û sûdwergirtina ji derfetan bo berfirekirina hevkariyên hevbeş di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê di warê enerjiyê de kirin. Her wiha valahî û pêwîstiya îro li cîhanê bi taybetî li Ewropayê di warê enerjî û gaza xwezayî de hat gotûbêjkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat diyarkirin, Erdogan û Barzanî li ser giringiya bihêzkirina hevkarî û hemahengiya navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ligel Tirkiyê “ji bo parastina ewlehiya sînoran û dawî pêşhatên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê li Iraq û Sûriyê gotûbêj kirin.”

Top