Iraqê li ser bûyera kampa Spayker cezayê darvekirinê li 14 kesan birî
Dadgehek li Bexdayê bi tohmeta beşdariya wan a rasterast di bûyera komkujiya kampa leşkerî ya Spayker (Speicher) a li parêzgeha Selahedînê de ku di encam de 1700 leşkerên xwendekar ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin kuştin, cezayê darvekirinê li 14 kesan birrî.
Di 12ê Hezîrana 2014an de, derdora 1700 xwendekarên leşkerî yên Şîe ku li kampa Spayker a bajarê Tikrît a parêzgeha Selahedînê dihatin perwerdekirin, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatin komkujkirin. DAIŞê di destpêkê de soza derbasbûna ewle dabû wan xwendekarên leşkerî yên Şîe, lê belê paşê ew hemû kuştibûn û termên wan avêtibûn çemê Dîcleyê.
Di daxuyaniyekê de Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê ragihand ku 14 berguman li gorî xala 4 a yasaya dijî terorê ya jimare 13 ya sala 2005ê hatine cezakirin, ku diyar dike ku her kesê beşdariyê di pêkanîna "kiryareke terorîstî" de bike-li gorî pênaseyên di qanûnê de hatine diyarkirin, dê bi îdamê were mehkûmkirin.
Di daxuyaniya Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê de tê gotin, ku wan 14 kesan bi awayekî rasterast beşdarî di bûyera kuştina 1700 xwendekarê leşkerî yên kampa Spayker de hebûne.
Beriya niha bi dehan kes bi tohmeta beşdarîkirina di komkujiya Spayker de hatibûne darvekirin. Di çileya 2017an de 31 kes piştî ku ji aliyê dadgeheke Iraqê ve bi beşdariya di komkujiyê de hatin tawanbarkirin, hatin darvekirin.
Piştî îdamkirina komî ya sala 2017an, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî îdia kir ku wan kesan “di bin îşkenceyên giran de” li xwe mikur hatine, û biryarên li dijî wan piştî “dadgehên pir kêmas û bilez” hatine dayîn.
Serokê Koma Cezayê Îdamê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li Ofîsa Ragihandinê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, got: “Cezayê îdamê - cezayê hovane, nemirovane û biçûkxistinê ye - ji bo afirandina xeyalek ewlehiyê tê bikaranîn lê ew dê tenê çerxa tundûtûjiyê ya ku Iraqê wêran dike berdewam bike.”
Komkujiya Kampa Spayker yek ji tawanên herî hovane yên DAIŞê li Iraqê ye.
Tîma Vekolînê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo Teşwîqkirina Berpirsiyariya Tawanên Ji aliyê DAIŞê ve (UNITAD) di Hezîrana 2021an de got ku “delîlên zelal û piştrast” hene ku komkujî “hejmarek tawanên cengê li gorî qanûnên navdewletî pêk tîne.”
Rudaw
