• Friday, 20 February 2026
logo

Jens Stoltenberg bersifa Erdogan da

Gulan Media January 24, 2023 Nûçe
Jens Stoltenberg bersifa Erdogan da

Erdogan gotibû bila Swêd li hêviya razîbûna me nebe.

Piştî şewitandina Quranê li Swêdê û xwepîşandanên li dijî Erdogan li vê welatî, Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de rexne li Swêdê kiribû û ragihandibû ku, bila bo endambûn di NATOyê de Swêd li hêviya piştîvanî û razbûna Tirkiyeyê nebe, Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg bersifa Erdogan da.

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg ragihandiye ku, azadiya ramanê û azadiya bîr û ra buha û nirxên hevpar û girîng yên tevahiya welatên endamên NATO û Swêdêne û kes nikare aliyek neçar bike dev ji wan buha û nirxên hevbeş berde.

Nav hatî herwiha daxwaz ji Tirkiyeyê kiriye daku, lezê bide prosesa endam bûna Swêd û Fenlendayê di nava NATOyê de.

Top