• Friday, 20 February 2026
logo

Parêzgarê Duhokê: Pirsgirêka herî mezin li devera Behdînan hebûna çekdarên PKKê li vê deverê ye

Gulan Media January 22, 2023 Nûçe
Parêzgarê Duhokê: Pirsgirêka herî mezin li devera Behdînan hebûna çekdarên PKKê li vê deverê ye

Li parêzgeha Duhokê zêdetirî 20 sal in hejmareke zêde ya gundên devera Behdînan  ji aliyê çekdarên PKKê ve hatine dagîrkirin û heman îhtimala şer û aloziyên navbera PKK û Tirkiyê li parêzgeha Duhokê jî berdewam e.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter di dema vekirina çend pirojeyên xizmetguzariyê li navçeya Amêdiyê ji medyayê re ragihand: "Pirsgirêka herî mezin li Behdînan, parêzgeha Duhokê bi giştî û Amêdî bi taybetî, hebûna hêzên çekdar ên neyasayî ye." Her du alî li ser xaka Herêma Kurdistanê ne. Şerê di navbera her du aliyan de berdewam ziyanê digihîne gelê me li navçeyên cuda bi taybet li navçeya Amêdiyê."

Parêzgarê Herêma Kurdistanê got ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê nekariye xizmetguzariyê bide wan gundên ku PKK lê baregehên xwe ava kirine. Herêma Kurdistanê xakek azad e û pêwîstiya wê bi têkoşîna PKKê nîne."

 

Basnews

Top