• Friday, 20 February 2026
logo

Li Îraqê dest bi operasiyoneke girîng hate kirin

Gulan Media January 22, 2023 Nûçe
Li Îraqê dest bi operasiyoneke girîng hate kirin

Operasiyon li dijî ew kesane ku bi buhayê dolarê dilîzin.

Duhê şemî wezareta navxwe ya Îraqê ragihand ku, hêzên wan dest bi lêkolîn û operasiyoneke taybet dijî wan kesan kirine ku, bi buhayê dolar dilîzin.

Li gor daxuyaniya wezareta navxwe ya Îraqê, vê rêkarên tund yên qanûnî dijî wan kesan ku, bi buhayê dolarê dilîzin û dolar giran dikin têne stendin û ev kesên han têne cezakirin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku, kompaniyên qanûnî nakevin ber vê operasiyonê lê serafxane û kesên ku, bi awayeke derqanûnî karê kirîn û firotina dolar û diravan dikin bi taybetî kesên ku, hewl bo buha kirina dolarê didin têne cezakirin.

Top