RAPIRSÎ - Dengdêrên herî zêde nebextewer ên HDPê ne
Li gor rapirsiya Navenda Lêkolînên Bandora Civakî (TEAM), li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdêrên herî zêde bextewer ên AKP û MHPê ne û dengdêrên herî zêde nebextewer ên HDPê ne.
TEAMê di navbera 1-14 Çileya 2023ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ligel 2 hezar û 524 kesan lêkolîneke rûbirû kir. Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa, “Dema hûn li siyaseta Tirkiyê difikirin, hûn di nav rewşeke hestên çawa de ne?” hat pirsîn.
Li gor bersivan, dengêrên herî zêde nebextewer ên HDPê ne û yên herî zêde bextewer ên AKP û MHPê ne. Herwiha dengêrên herî zêde bi fikar ên ÎYÎ Partî û CHPê ne.
Li gor partiyan encamên rapirsiyê wiha ne:
AKP
Bi fikar: %36.4
Bi hêrs: %26.6
Bextewer: %45.7
Bi hêvî: %52.8
Bi kelecan: %42.9
CHP
Bi fikar: %71.7
Bi hêrs: %63.9
Bextewer: %22.4
Bi hêvî: %37.9
Bi kelecan: %30
ÎYÎ Partî
Bi fikar: %79.5
Bi hêrs: %78
Bextewer: %19.8
Bi hêvî: %33.9
Bi kelecan: %31.6
HDP
Bi fikar: %67.4
Bi hêrs: %69.7
Bextewer: %6.6
Bi hêvî: %17.8
Bi kelecan: %15.9
MHP
Bi fikar: %34.8
Bi hêrs: %32.4
Bextewer: %39.3
Bi hêvî: %39.9
Bi kelecan: %29.4
Rudaw
