• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî derbarê pêşhatên rewşa Iraqê de civiyan

Gulan Media January 22, 2023 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî derbarê pêşhatên rewşa Iraqê de civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê derbarê pêşhatên rewşa Iraqê de, bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya.

Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 21ê Çileya 2023an li Bexdayê ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên li Iraqê û pêşxistina hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de hatin gotûbêjkirin.

Her wiha di vê civînê de behsa karê hevbeş ê di navbera her du aliyan de hat kirin, bi taybetî di warê yasayên petrol û gazê, bûdceya Iraqê û hewlên parastina sînoran.

 

Basnews

Top