Li Efrînê guhertineke mezin a demografîk çêbûye
Piştî 5 salan ji dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve, guhertineke zêde ya demografîk lê çêbûye.
Di vê derbarê de Nivîskarê Efrînê Zekeriya Huserî ji Rûdawê re rêjeya Kurdan li Efrînê eşkere kir.
Nivîskar Zekeriya Huserî got “5 sal piştî dagirkirina Efrînê, îro ji sedî 25 Kurdên resen li Efîrnê mane. Ango ji 4an 1 yanî 132 hezar Kurdên resen li Efrînê mane. Li beranberî derdora 500 hezar Ereb û Trikmen li wê derê bicih bûne. Ez dikarim bibêjim Efrîn roja îro ser zemînê guhertina demografiyê bicih hatiye weke pilana serokê rejîma Tirkiye wê çaxê got rêjeya Kurd ji sedî 35 in, lê mixabin îro kêmtirî wê ye, sedî 25 Kurd li Efrînê mane. Yanî jenosîdeke gîşti ye, gunehertina demografîk û tinekirina nasnameye Kurdî li Çiyayê Kurmênc û Efrîne.
Siyasetvan û çalakvanên Efrînî daku proseya komelgehên nîştecîhkirina Ereb û Turkemenan li Efrînê rawestînin, pêngavên baş avêtine.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Ibrahîm Şêxo got “Bi nêzikbûna Tirkiyê û Sûriyê, xwesteka dewleta Sûriyê xwesteke baş e ku dibêje `Tirkiye ji hemû xaka Sûriyê vekişe em dê paşê lihve bikin.` Em jî dixwazin ew jî bi cidiyet be, ew hêviya ku xelkê me vegere û saziyên navdewletî erkên xwe bikin, zext li ser Tirkiyê bikin, êrîşên wan bisekinînin, hovîtiya wan li ser xelkê bisekinînin, aramî bin û dewleta Tirkiyê weke erkê xwe hêzên çekdar ji Efrînê vekişîne.”
Rêxistinên mafnas û peywendîdar wek “ceasefire” û “Sûriyûn Min Ecil el-Heqîqe we el-Edale” dibêjin, armanca Tirkiye ji dagîrkirina Efrînê tenê ew bû, ku guhertina demografî dijî gelê Kurd pêk bîne.
Rudaw
