Li Kerkûkê, gule li rêvebereka xwandina kurdî hatin berdan
Îro, gule li mala rêvebereka xwandina kurdî û û mala birayê wî hate berdan û ziyanekî madî yê mezin gehandin wan. Ji aliyê din ve daxwaz dikin ku aliyên pêwendîdar bi hewara wan ve biçin û kesên ku gule berdane aşkera bikin.
Îro 21.01.2023yê ber bi sibehê ve demjimêr 01:00ê li taxa Şorîce ya Kerkûkê gule li mala Şukriye Kazim Mihemed û mala birayê wê yê ku mala wan hember yek e û ew mamostaye rêveberê dibistana Dayîk a navenda keçan e û dibêje, ti pirsgirêkekî min tine û bi salane li wê taxê niştecîh e.
Mamosta Şukriye dibêje: ‘’Ti pirsgirêka min tine û nizanim sedemê vê gule berdanê çiye. Ez daxwaz ji aliyên pêwendîdar dikim ku bi hewara me ve bên û sedemê vê bûyerê ronî bikin.’’
Herwaha aşkera kir, derveyî mala wê gule li mala birayê wê jî hatine berdan û ziyanên madî yên zêde geheştine xanî û otomobîla wê û xaniyê birayê wê.
Basnews
