• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir

Gulan Media January 20, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî kir

Roja pênçşem li Pîrmamê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê berê yê Yekîtiya Zanîngehên Erebî Prof Dr Sultan Erabî kir.

Di vê hevdîtinê de Prof Dr Sultan Erabî ji bilî wê yekê ku pêzanînên xwe ji bo wê geşbûn û asayîş û aramiya li Herêma Kurdistanê da heye hebû, pesnê rola Serok Barzanî kir ku palpişteke mezina geşbûna xwendina bilind û zanîngehên Herêma Kurdistanê bûye. Daxwaz jî kir ku peywendiya di navbera zanîngehên Herêma Kurdistanê û zanîngehên Erebiyan û bi taybetî zanîngehên Herêma Kurdistan û zanîngehên welatê Urdinê bi hêztir bibê.

Li beşeke dinê vê hevdîtinê de tekez li ser girîngiya rola zanîngeh û navendên zanistiyan li parastina çand û bihayên civakê kirin.

Top