Li Mêrdînê êrîş: 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê hatin kuştin
Li navçeya Nisêbînê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve 4 kesên ji Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatin kuştin.
Çavkaniyeke taybet ji Nexweşxaneya Nisêbînê Îro 19ê Çileya 2023an ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, 4 kesên ji malbateke Başûrê Kurdistanê di otomobîlekê de hatine kuştin û kesek jî bi giranî birîndar e.
Kesê birîndar ji ber giraniya birînên xwe ji Nexweşxaneya Nisêbînê bo Mêrdînê hatiye şandin.
Wê çavkaniyê got “kesên di otomobîlê de hatine kuştin, gule li serê wan hatine xistin.”
Herwiha got hêzên ewlekariyê li cem wan telefona kesûkarên qurbaniyan kirine û wan gotine ku ew xelkê Duhokê ne. Lê medyaya Tirkiyê dibêje, di bûyerê de 3 kes hatine kuştin û 2 kes jî birîndar bûne.
