• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Karûbarê Encûmena Wezîran û Wezîrê Aborî ya Îmaratê civiya

Gulan Media January 19, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî li gel Wezîrê Karûbarê Encûmena Wezîran û Wezîrê Aborî ya Îmaratê civiya

Du 18.01.2023yê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdstanê Mesrûr Barzanî li Davosê li gel Wezîrê Karûbarê Encûmena Wezîran Mihemed Qirqawî û Wezîrê Aborî yê Dewleta Îmaratê Ebdula Bin Toq civiya.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêwendî û hemahengiya bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hate kirin, bi taybet di warên aborî û alogariya bazirganî û kiştûkal û geştûguzar û hikûmraniya elektronî de hate kirin.

Herwaha mijareke din a civînê jî taybet bû derbarê çawaniya sûd wergirtina Herêma Kurdistanê li ezmûna serkeftîbûna Îmaratê û bi taybet jî Dubeyî û di warê geşepêdana aborî û pêşxistina şiyana mirovî û kargêraniya hikûmeta Herêma Kurdistanê de jî gotûbêj hatin kirin.

Top