• Friday, 20 February 2026
logo

Xwepîşandanên li Îranê berdewamin

Gulan Media January 17, 2023 Nûçe
Xwepîşandanên li Îranê berdewamin

Kêşeya nebûna xazê jî bûye hinceteke din bo xwepîşandanên dijî rejîmê.

Xwepîşandan û raperîna seraserî ya gelên Îranî li dijî rejîma vê welatî berdewamin û li wan vê jî kêşeya nebûna û kêm bûna gazê li Îranê jî serî hildaye.

Nebûna gazê û qutkirina gazê li gelek bajar û bajarokên Îranî bi taybetî li Bakûr û Bakûrê Rojhilatê Îranê bûye sedem daku, xelkeke gelek zêde li dijî rejîmê dakeve qadan û dest bi xwepîşandanan bike.

Li bajarê Tirbeta Cam ya li eyaleta Xorasanê ya li Bakûrê Rojhilatê Îranê, xwepîşandanên gelek mezin li dijî rejîmê têne kirin û rejîm jî hêzeke gelek zêde şandiye vê bajarê û niha di navbera xelk û hêzên rejîmê de pevçûn hene.
 

Top