Robîna Tiyarî: Daxuyaniya Mesrûr Barzanî xemxwarina rasteqîn a ji bo Kurdistanê ye
Endama Parlamentoya Kurdistanê ya ji pêkhateya Xirîstiyan Robîna Tiyarî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di bin ronahiya peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de pêwîste hemû partiyên hikûmetê pêktînin û beşdarin li parlamentoyê li gor wê gav bavêjin, ku di peyamê de hatiye behs kirin.’’ Herwaha got: Ew daxuyanî xemxwarina rasteqîn a ji bo xelkê Kurdistanê ye û bi dîtina dewletî û hikûmetê ve hatiye dayîn.
Robîna Tiyarî diyar kir: Giringiya wê daxuyaniyê ji bo xelkê Kurdistanê ew e, diyare ku dixwaze hemwelatî rastiyan bizanin û piştre jî xal bi xal rêyên çareseriyê jî danîne.
Herwaha got: ‘’Bi keyfxweşî ve li gel destbikarbûna vê kabîneyê, pêngavên çaksaziyê destpê kirin û pêngavên gelek baş hatin avêtin. Çaksazî di hemû sektoran de destpê kir. Em jî wek pêkhate li gel bernameya çaksaziyan de ne û me piştgirî jî kiriye. Ji ber wê pêwîste em hemû bên pêş bo çareseriya pirsgirêkan û berdewam kirina çaksaziyan.’’
Robîna Tiyarî diyar kir: ‘’Xelkê Kurdistanê vê yekê dizanin ku ev kabîneye di demekî kurt de û krîzên cîhanî û Iraqî û navxweyî de xizmetekî mezin kir. Berdewame jî di xizmet kirinê de. Li gel hikûmeta Iraqê jî berdewam bi rêya şandeyan ve civîn pêktên, ku xizmetekî zêdetir ji xelkê re bê kirin.’’
Herwaha got: ‘’Serokê Hikûmetê di peyama xwe de behsa mijarekî giring kiriye ku ew jî yasaya komîsyonê û encamdana helbijartinan e. Pêwîste demekî kurt de alî hemahengbin li ser vê mijarê, ku komîsyon bê çalak kirin û helbijartin bên kirin.’’
Basnews
