• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwazî li Brett McGurk kir

Gulan Media January 17, 2023 Nûçe
Serok Barzanî pêşwazî li Brett McGurk kir

Serok Mesûd Barzanî îro 17.01.2023yê pêşwazî li şandeke Amerîkî ku ji Rêkxerê Koşka Spî bo Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqayê Brett McGurk, Koordînatorê Taybet ê Serokatiyê ji bo Binesaziya Gerdûnî û Ewlekariya Enerjiyê Amos Hochstein, Balyoza Amerîka li Iraqê Alina Romanowski û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîka pêk hatibû, kir.

Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û girîngiya rola Iraq û Herêma Kurdistanê di derbaskirina wan astengiyên li pêşiya enerjiyê li ser asta cîhanê hate kirin.

Rewşa Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû û Serok Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku divê îsal hilbijartineke paqij û dadperwerane li Herêma Kurdistanê were kirin û ti behaneyek ji bo paşxistina helbijartinan nayê qebûlkirin.

Her wiha Serok Barzanî diyar kir jî, ji bo derbaskirina kêşeyan û piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ew xwazyar e ku civîn û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de berdewam be. Di derbarê çaksaziyên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de jî Serok Barzanî piştevaniya xwe bo berdewamiya wan çaksaziyan dubare kir.

Rewşa siyasî ya navçeyê û metirsiya terorê, mijareke din a vê hevdîtinê bû û şanda mêvan tekezî li ser giringiya ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.

 

 

Top