Erdogan û Wezîrê Derve yê Îranê civiyan
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahyan li Enqerê civiyan.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahyan îro roja Sêşemê 17ê Çileya 2023an li navenda giştî ya AK Partiyê ya li bajarê Enqere yê Tirkiyê civînek pêkanîn.
Civîn Erdogan û Abdullahyan dûr ji çavê kamerayan pêkhat.
Berî niha hatibû ragihandin ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşglu û Wezîrê Derve yê Îranê dê di demjimêr 11an de piştî civînê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê civîn di dema ku hatiye destnîşankirin de pêknehat.
Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Abdullahyan heftiya borî di daxuyanyeke xwe de ragihandibû ku ew pêşwaziyê li hewlên asayîkirina peywendiyên Tirkiye û Sûriyê dikin û tê pêşbînîkirin ev mijar yek jî di civîna Erdogan û Wezîrê Derve yê Îranê de bên gotûbêjkirin.
Rudaw
