Fraksiyona Geşepêdana Tirkmen: Daxuyaniya Mesrûr Barzanî peyama hikûmetî bû, li dijî ti aliyekî nebû
Fraksiyona Geşepêdana Tirkmen li Parlamentoya Kurdistanê ragehand ku daxuyaniya Serokê Hikûmetê peyama hikûmetê bû û li dijî ti kes û aliyekî nebûye.
Îro 16.01.2023yê Serokê Fraksiyona Geşepêdana Tirkmen li Parlamentoya Kurdistanê Mihemed Seidedîn ji BasNewsê re ragehand: Peyama Mesrûr Barzanî peyamekî hikûmetê bû, dijî ti kes û aliyekî nebû. Aşkera kirina pirsgirêkên mezin a kom kirina dahatê û xerc û pirsgirêkên ewlehiyê bû û demeke li gel hemû fraksiyon û parlamenteran em behsa wê dikin.
Herwaha got, pêwîste hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê hemaheng û hewkarê Mesrûr Barzanî bin, ji bo pratîk kirina wan xalên di nav peyama çaerseriya pirsgirêkan de aşkera kiriye.
Derbarê piştevaniya peyama Serokê Hikûmetê de jî Mihemed Seidedîn got: Em wek temamê pêkhate piştevaniyê lê dikin û tişta ku serokê hikûmetê got, li parlamentoyê jî ew pirsgirêk hatine gotûbêj kirin.
Basnews
